Îlham Ehmed: Şam bi rêya şer dixwaze lihevkirinên berê têk bide

Dîroka Weşanê :
Îlham Ehmed: Şam bi rêya şer dixwaze lihevkirinên berê têk bide

PeyamaKurd- Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed got, tevî êrîşên giran ên li ser taxên Kurdan ên Helebê, ew hîn jî pabendî peymanên bi hikumeta Şamê re ne û diyar kir, Şam bi van êrîşan hewl dide lihevkirinên berê têk bibe.

Îlham Ehmed, îro 9ê Çileyê di hevpeyvînekê de bi ajansa Agence France-Presse (AFP) re, rewşa dawî ya Helebê û têkiliyên bi Şamê re nirxand.

Ehmed rayedarên Sûriyeyê tawanbar kir ku bi êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, rêya şer û tundûtûjiyê hilbijartine û diyar kir, hikumeta Şamê bi zanebûn van êrîşan pêk tîne da ku peymanên ku berê bi Rêveberiya Xweser re hatibûn kirin, pûç bike û dawî li wan bîne.

Îlham Ehmed li ser helwesta Rêveberiya Xweser jî got: "Em hîn jî pabendî peymanan e û em hewl ji bo bicihkirina wan didin. Daxwaza me ew e ku hemû pirsgirêk bi riya diyalog û guftûgoyan werin çareserkirin. Lê mixabin, heta niha hikumeta Şamê amadehiya xwe ya ji bo pabendbûna bi peymanan nîşan nedaye."

Berpirsa Têkiliyên Derve bal kişand ser rola Amerîkayê wekî navbeynkar û hêviya xwe anî ziman ku Washington fîşarê li Şamê bike, da ku vegere ser maseya lihevkirinê.

Hêjayî gotinê ye, çavkaniyên dîplomatîk ji AFPê re ragihandine ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tom Barrack ji bo hevdîtinan ber bi Şamê ve bi rê ketiye û tê payîn ku Barrack bi berpirsên hikumeta Sûriyeyê re bicive, da ku rê li ber rageşiya li Helebê bigire û agirbestê dirêj bike.