Bi sîlihan li bav û kurên wî xistin û li nexweşxanê can dan

Dîroka Weşanê :
Bi sîlihan li bav û kurên wî xistin û li nexweşxanê can dan

PeyamaKurd – Li bajarê Karaman a Tirkiyê di orta kuçê de bi sîlihan li bav û kur xistin û her dûyan birîndar kirin. Li gor ragihandina çapemeniyê; kesê bi navê M.K. bi bav M.Ş. û kurên wî K.Ş., H.A.Ş. û Yunus Emre Ş. re di nava kolanê de munaqeşe kirin.

Munaqeşe bû şer û M.K. ji bagaca ereba xwe sîliha xwe derxist û bi sîlihê li bav û her sê kurên wî xist. Kesên li wê derê bûn xwestin demança di destê M.K. de jê bistînin lê demança xwe car din xist bagacê û reviya.

Bav û her sê kurên wî bi ambûlansê birin nexweşxana bajarê Karamanê ya perwerdê û lêkolînê.

Bav M.Ş û kurê wî Yunus Emre Ş. li nexweşxanê can dan.