Bihayên petrolê ji ber aloziyên DYA-Îranê gihîştin asta herî bilind

Dîroka Weşanê :
Bihayên petrolê ji ber aloziyên DYA-Îranê gihîştin asta herî bilind

PeyamaKurd – Alozî û nezelaliyên siyasî yên di navbera Amerîka û Îranê de bihayên petrolê yên cîhanî gihandine asta herî bilind a heft mehan, û di nav veberhêneran û di bazaran de fikar çêkirine.

Roja Pêncşemê, ne aramiya bazarê nîşan da ku petrola Brent a Deryaya Bakur 27 sentî zêde bû, bi 71.12 dolarî ji bo her bermîlekê hat firotin. Petrola sivik a Texasê Rojava ya Navîn (WTI) ya Amerîkî jî 23 sentî zêde bû û gihîşt 65.65 dolarî ji bo her bermîlekê.

Rêveberiya Washingtonê hebûneke leşkerî ya girîng li Rojhilata Navîn kom kiriye da ku zextê li Tehranê bike ku dev ji bernameyên xwe yên nukleerî û moşekên balîstîk berde. Di bersivê de, hikûmeta Îranê bi biryardarî bernameya xwe ya nukleerî diparêze û çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê wekî mafê xwe yê xwezayî dibîne.

Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya ji bo milet de peyamek ji rêveberiya Tehranê re şand û diyar kir ku wan hîn peyva ku ew ji Îranê hêvî dikin nebihîstiye.

Analîstê Fujitomi Securities Toshitaka Tazawa, nirxandina nearamiya li bazaran kir û diyar kir ku rewş hîn jî ne diyar e û got, "Bazirganên li bazarê li bendê ne ku bibînin ka gelo şerekî muhtemel di navbera Amerîka û Îranê de derdikeve an na."