PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama operasyonên piştî êrîşa 19ê Kanûnê de, hêzên Amerîkayê û hevkarên wan nêzî 25 endamên rêxistina terorê ya DAIŞê li Sûriyeyê girtine an jî kuştine.
CENTCOM’ê diyar kir ku di navbera 20 û 29ê Kanûnê de 11 mîsyonên cuda hatine lidarxistin; di van operasyonan de herî kêm 7 çete hatine kuştin û yên din hatine girtin. Herwiha di van xebatan de 4 veşartgehên çekan ên DAIŞê jî hatine rûxandin.
Ev operasyonên dawî piştî destpêkirina operasyona "Eyn el-Saqir" (Çavê Baz) ku di 19ê Kanûnê de hatibû destpêkirin, pêk hatin. Di wê operasyona mezin de, balafirên şer û helîkopterên Amerîka û Urdunê zêdetirî 70 hedefên DAIŞê li navenda Sûriyeyê bi 100 cebilxaneyên hesas bombebaran kiribûn.
Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper li ser mijarê got: "Em gavan bi paş ve navêjin. Em di biryardariya xwe ya bi hevkarên herêmî re ji bo tunekirina gefa DAIŞê ya li ser ewlehiya Amerîka û herêmê, berdewam in."
Li gorî daxuyaniyê, di sala 2025an de DAIŞê di herî kêm 11 plan an êrîşên li dijî hedefên Amerîkayê cih girtiye. Li hemberî vê yekê, di nava 12 mehên dawî de li Sûriyeyê zêdetirî 300 terorîst hatine girtin û zêdetirî 20 endamên rêxistinê hatine kuştin. Cooper anî ziman ku şopandina torên terorê û rêgirtina li ber vegera DAIŞê, Amerîka û cîhanê ewletir dike.