CENTCOM: Ti ziyaneke êrîşên Îranê çênebû

Dîroka Weşanê :
CENTCOM: Ti ziyaneke êrîşên Îranê çênebû

PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di şer û êrîşên Îranê yên li ser baregehên Amerîkî yên li welatên Kendavê de, ti ziyan negihîştiye artêşê.

Hêjayî gotinê ye, Îranê bersiv da êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên ku doh 28ê Sibatê ji danê sibê ve dest pê kiribûn û bi sedan moşek û dron avêtin baregehên Amerîkî li welatên Kendavê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Behreynê.

CENTCOMê eşkere kir, "Zirara li ser baregehên Amerîkî bi sînor e û bandor li operasyonan nekiriye."

Artêşa Amerîkayê diyar kir ku DYAê baregehên fermandarî û kontrolê yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê û cihên avêtina moşek û dronên Îranê hedef girtine.