Dadweriya Îranê fermana bilez darizandina xwepêşanderan da

Dîroka Weşanê :
Dadweriya Îranê fermana bilez darizandina xwepêşanderan da

PeyamaKurd- Serokê Dadweriya Îranê Gulam Hisên Muhsin Ejeî, di civîna Konseya Bilind a Dadweriyê de diyar kir ku proseya hiqûqî ya derbarê bûyerên dawî yên li welat nû dest pê kiriye.

Ejeî bal kişand ser hewildanên saziyên ewlehî û dadweriyê yên ji bo dabînkirina aramiyê û got: "Tevî van hewildanan jî karê me hîn bi dawî nebûye. Dijminê birîndar hîn jî li dijî gelê Îranê di nava komployan de ye."

Ejeî destnîşan kir ku divê dosyayên kesên tevlî kiryarên terorî (xwepêşandan) bûne bi lez û bi hûrgulî bên nirxandin û ferman da meqamên dadweriyê ku pêvajo li ser bingeha edaletê û bêyî derengî were birêvebirin.