PeyamaKurd – Şirketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) ragihand ku di Kanûna 2025an de tevahî hinardekirina petrolê ji 107 milyon bermîlan derbas bûye.
SOMO daneyên fermî yên hinardekirin û dahata petrolê ya Kanûna 2025an roja Yekşemê, 25ê Çileya 2026an (îro) eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya SOMOyê, tevahî mîqdara petrola xav a ku di Kanûna 2025an de hatiye hinardekirin 107,651,061 bermîl bû, ku dahata wê 6,388,429,610 dolar bû.
Di daxuyaniyê de bi hûrgilî hatiye diyarkirin ku 100,450,048 bermîl ji petrola ku hatiye hinardekirin ji zeviyên Besrayê hatiye.
Herwiha hat destnîşankirin ku 5,997,527 bermîl petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê bo bazarên cîhanê hatiye hinardekirin.
SOMO herwiha agahî li ser zeviyên petrolê yên bakur û rêyên din ên hinardekirinê da û diyar kir ku 923,774 bermîl petrol ji zeviya Gayyara û 309,712 bermîl ji Kerkukê bo Urdinê hatine şandin.