PeyamaKurd- Berdevka Partiya Aştî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, derbarê geşedanên li Sûriyeyê û êrîşên artêşa Sûriyeyê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî da.
Dogan, di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de destnîşan kir ku ji bo çareseriya aloziyên li herêmê, divê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne. Dogan diyar kir ku ev yek ji bo pêvajoya aştiyê û aramiya herêmê xaleke girîng e.
Dogan, bal kişand ser xebatên "Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" û anî ziman ku her çend nîqaş hebin jî, gavên berbiçav nayên avêtin û pêvajo bi leza ku tê hêvîkirin bi rêve naçe.
Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku komîsyonê ji bo nivîsandina raporeke hevpar komek ava kiriye û hefteya pêş wê civîna xwe ya sêyemîn pêk bînin.
Berdevka Partiya DEMê herwiha nerazîbûn nîşanî girtina siyasetmedaran da û got ku di demekê de ku ew li benda azadiya Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û girtiyên doza Kobanê ne, cezakirina Demirtaş a nû nayê qebûlkirin. Dogan bang kir ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn werin bicihanîn daku sala 2026an bibe sala aştî û demokrasiyê.