PeyamaKurd – DEM Parti li bajarê Îstenbolê xwest ji Aksarayê heya Saraçxanê bimeşe da rûdanên li Kurdistana Rojava protesto bike, polîs bi xaza îsotê û fişekên xazê mudaxeleyê meşvavan kir.
Polîs hinek kesan xist binçav û hinek ji çalakvanan jî birîndar bûn. Meşa DEM Partiyê seet di 15.00an de destpêkir û HDK jî tevlî wan bû.
Gaza ku polîs bikaranî bandorê li parlementerê DEMê Cengiz Çiçek, Burcugül Çubuk, Celal Fırat, serokê şaxa Îstenbolê yê DEM Partiyê li Vedat Çınar Altan û gelek kesên din kir. Polîs gelek kesan xist binçav. Parlementer Celal Fırat birin nexweşxanê
Çalakvan li rawestgeha metroyê ya Aksarayê car din civiyan û li dijî DEAŞê sloganan qêriyan. Polîs bi TOMAyan ve demekî sekinin û paşî çalakvan belav bûn.