Di seha madena zêr de roxandin çêbû: 8 kes mirin û kesekî birîndar bû

Dîroka Weşanê :
Di seha madena zêr de roxandin çêbû: 8 kes mirin û kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pakhtunkhwayê di galeriya madena zêr ya qaçax de, hilweşandin çêbû, di encamê de 8 kes mirin û kesekî birîndar bû.

Li ser hilweşandina ciyê madenê, rayedar tîmên rizgarkirin û lêgerînê şandin ciyê bûyerê û piştî xebata bi 6 seetan, 8 cenazeyan ji bin axê derxistin û kesekî jî birîndar rizgar kirin.

Rayedar ragihandin ku 7 kes ji heman malbatêne û nasnama mirîye din hêj tesbît nekirine. Lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.