PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt doh diyar kir ku civîna pêr a di navbera Cîgirê Serok JD Vance û rayedarên Danîmarkî de derbarê Gronlandê de "berhemdar" bû, û ku nîqaşên teknîkî yên li ser kirîna Gronlandê wê dest pê bikin.
Leavit ev daxuyanî di civîneke çapemeniyê de kir, li ser nîqaşên li ser Gronlandê û civîna pêr şîrove kir.
Leavit bal kişand ser "pêşîniya Serok Donald Trump a ji bo bidestxistina Gronlandê ji Danîmarkayê" û diyar kir ku ev herêm ji bo berjewendiyên neteweyî yên Amerîkî girîng e.
Leavitt civîna pêr a li Qesra Spî ya di navbera Cîgirê Serok JD Vance û rayedarên Danîmarkî de wekî "berhemdar" bi nav kir û got, "Di civînê de, her du alî li hev kirin ku ji bo berdewamkirina nîqaşên teknîkî yên li ser kirîna Gronlandê komek xebatê ava bikin. Hat destnîşankirin ku ev civîn wê her du-sê hefteyan carekê werin lidarxistin."
Leavitt diyar kir, "Serok Trump dixwaze Gronland tevlî Dewletên Yekbûyî bibe û wê wekî pêşîniyek ewlehiya neteweyî dibîne."
Berdevkê Amerîkî herwiha got ku planên hin welatên Ewropî yên şandina leşkeran bo Gronlandê wê bandorê li biryara Trump neke.