Ehmed Şera bi Tom Barrack re civiya

Dîroka Weşanê :
Ehmed Şera bi Tom Barrack re civiya

PeyamaKurd – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Şamê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack re civiya.

Di daxuyaniyekê de ku îro (18ê Çileya 2026an) ji aliyê Serokatiya Sûriyeyê ve hat weşandin, hat gotin, "Serok Şera li Qesra Gel a Şamê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Barrack re hevdîtinekê li dar dixe."

Di civînê de, ku Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî beşdar bû, Ehmed Şera tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya tevahî kir.

Herwiha Şera tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevrêziyê di şerê li dijî terorê de û herwiha pêwîstiya pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê bi beşdariya çalak a hemû beşên gelê Sûriyeyê kir.

Di civînê de herwiha gavên ji bo baştirkirina têkiliyan û zêdekirina hevkariya aborî ya di navbera Sûriyeyê û Amerîkayê de û herwiha pêşketin û guhertinên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.