PeyamaKurd- Rojnameya El Modon diyar kir, dema ku şanda Tirkiyeyê ya wezîrê karê derve Hakan Fîdan, Wezîrê Bervaniyê Yaşar Guler û serokê îstîxbaratê (MÎT) İbrahim Kalin serdana Şamê kirin de, lûtkeya Yunanistan, Qibris û Îsraîlê li Qudisê hate lidarxistin û ev jî nîşaneya avakirina eniyên nû li Rojhilata Navîn e.
Rojnameyê da zanîn ku dosyayên weke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Siwêdayê dibe ku li pêş van nakokiyên mezin ên girêdayî enerjiyê û korîdorên bazirganiyê girîngiya xwe kêm bikin.
Herwiha ev jî bi awayekî yekser bandorê li tevger û xîtabên Enqere û Tel Avîvê yên girêdayî Sûriyeyê bikin.