Erdhejek bi hêz li Pakistanê çêbû

Dîroka Weşanê :
Erdhejek bi hêz li Pakistanê çêbû

PeyamaKurd – Li parêzgeha Belûçistan a Pakistanê erdhejek bi pileya 5.2 çêbû.

Li gorî nûçeya Geo Newsê ya xwe spartiye Daîreya Meteorolojiyê ya Pakistanê, erdhejek bi pileya 5.2 ku navenda wê li herêma Sommiani ya Belûcistanê ye, qewimî.

Erdhej ku di kûrahiya 12 kîlometreyan de çêbû, li hin deverên Karaçiyê jî hat hîskirin.

Di heman demê de, Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS) pileya wê wekî 4.8 ragihand.