Erdogan: Artêşa Sûriyê ezmuneke serkeftî da

Dîroka Weşanê :
Erdogan: Artêşa Sûriyê ezmuneke serkeftî da

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro Duşemê 19ê Çileyê piştî civîna kabîneya xwe, derbarê êrîşên artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û deverên kontrola wê de daxuyanî dan.

Erdogan îdia kir, “Artêşa Sûriyeyê li bakurê Sûriyeyê tevî provokasyonên yekîneyên çekdar jî bi fermandariyeke rêkûpêkî tevgeriyaye û ezmuneke serkeftî daye û nehiştiye ku bi çalakiyên xwe ji mafdarbûna neheq derkeve.”

Herwiha Erdogan got: “Em wekî birayê gelê Sûriyê yê cîran û dostê rojên reş, em qet destûrê nadin ku ti hewldaneke sabotekirinê pêk were. Sûriye bi Ereb, Tirkmen, Kurd, Nuseyyrî, Sunî û Durziyan ve ya her kesî ye. Bi hemû pêkhateyên xwe ve ya Sûriyan e.”