PeyamaKurd – Serdozgerê Giştî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Pam Bondi diyar kir ku FBIyê rêze êrîşên ku li dijî karmendên ICE li Los Angeles û Orange County hedef digirtin asteng kiriye.
Bondi got ku FBIyê rêze êrîşên terorîstî yên ku li dijî karmend û wesayîtên Ajansa Koçberî û Gumrikê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ICE) li Los Angeles û Orange County, Kalîforniyayê hedef digirtin asteng kiriye.
Pam Bondi diyar kir, "Eniya Rizgariya Girava Turtle, komeke çepgir a tundrew, dijî-hikûmetê û dijî-kapîtalîst, amadekariya pêkanîna rêze êrîşên bombeyî yên ku li dijî çend hedefan li Kalîforniyayê dest pê dikin, dikir. Komê herwiha plan dikir ku ajan û wesayîtên ICE hedef bigire."
Çar kesên ku bi êrîşa terorîstî ve girêdayî ne li San Bernardino, Kalîforniyayê hatin girtin û bi komployê û xwedîkirina amûrên wêranker ên neqeydkirî hatin tawanbarkirin.
Li gorî plana êrîşê ya eşkerekirî, komê plan kiribû ku di nîvê şeva sersalê de li pênc cihên cûda yên herêma Los Angelesê amûrên teqemenî bi cih bike.
Li gorî agahiyan, gumanbaran plan kiribûn ku di 12ê Kanûnê de li Çola Mojave bombeyên destçêkirî yên ku amade dikirin biceribînin. Berî ku gumanbar bikaribin amûrên teqemeniyê temam bikin, FBIyê mudaxele kir.