PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî yê Komarî Lindsey Graham, li ser binpêkirin û şerê vê dawî yê li Sûriyeyê ku hêzên hikûmeta veguhêz li dijî herêmên Kurdan pêk tînin daxuyanî da.
Graham, li ser hesabê xwe yê Xê got: "Ew alîgirî û piştgiriyeke tam dide serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê senator Jim Risch ji bo aramiya Sûriyeyê."
Graham diyar kir, "Hikumeta nû ya Sûriyê dê di bin çavdêriyê de be û her binpêkirina mafên mirovan li dijî pêkhateyên Sûriyê dê neyê efûkirin."
Graham fikarên xwe yên kûr li ser "raporên pêbawer" ên bi nav kiriye, nîşan da ku hêzên hikumeta demkî bi hevkariya Tirkiyeyê, dibe ku bi awayekî leşkerî li dijî hêzên hevalbendên Amerîkayê (Kurd) pêşve biçin û destnîşan kir ku gaveke wisa dikare "bersiveke tund" ji Washingtonê bibîne.
Senator Graham diyar kir ku her çend ew piştgirî dide dayîna derfetekê ji hikumeta demkî re, ew ê tu êrîşeke ku wî wekî "bêserûber" li dijî hevalbendên Kurd bi nav kir, qebûl neke yan jî efû neke. Graham, anî ziman ku Kurd di têkbirina Xîlafeta DAIŞê de hêzek sereke bûn.
Graham peyamek rasterast ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê re şand û got: "Bi aqilane hilbijêrin."