Hez, li eyaleta Javayê ket: 7 kes mirin û 82 kes wenda ne

Dîroka Weşanê :
Hez, li eyaleta Javayê ket: 7 kes mirin û 82 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê li eyaleta Javayê bi taybetî li Bandungê, bi sedema baran zêde bariya hez li erdê ket û di encamê de 7 kes mirin û 82 kes jî wenda ne.

Rayedar, li herêmê bi taybetî li herêma Bandungê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê didin dewam kirin. Li herêmê piştî hez li erdê ket, gelek jîngeh yên weka gundan di bin axê de man û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Rayedar Abdul Muhari ragihandiye ku 30 xanî di bin hezê de mane û gelek xanî jî zerarê dîne.