PeyamaKurd- Rêxistina Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, bîlançoya nû ya xwepêşandanên ku di 28’ê Kanûnê de li dijî debara jiyanê dest pê kiribûn û veguherîbûn çalakiyên li dijî hikûmetê, eşkere kir.
Li gorî HRANAyê, di protestoyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hejmara miriyan bi kêmî ve gihîştiye 3 hezar û 308 kesan; ku ji wan 3 hezar û 97 xwepêşander, 22 zarok û 23 sivîlên bêalî ne. Her wiha hat ragihandin ku 24 hezar û 266 kes hatine girtin û lêkolînên li ser raporên mirina 4 hezar û 382 kesên din jî berdewam dikin.
Xamaney kuştina bi hezaran kesan qebûl kir
Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney, cara yekem qebûl kir ku di dema xwepêşandanên ku zêdetirî du hefteyan Îran hejand de bi hezaran kes hatine kuştin. Xameney di axaftineke xwe ya li Tehranê de, kesên ku bi Îsraîl û Amerîkayê re têkildar in bi encamdana van kuştinan û binesaziya welat sûcdar kirin. Tevî ku rayedarên Îranê hewl didin krîza aborî û nerazîbûna gel wekî "fitneyeke derve" nîşan bidin, daneyên rêxistinên mafên mirovan nîşan didin ku tundûtûjî gihîştiye asteke metirsîdar.