Îranê banga teslîmbûnê li xwepêşanderan kir

Dîroka Weşanê :
Îranê banga teslîmbûnê li xwepêşanderan kir

PeyamaKurd- Rejîma Îranê bi îdiaya ku hin xwepêşander bûne leşkerên servîsên biyanî, 3 roj mohlet da wan ku xwe radestî hêzên ewlekariyê bikin.

Gerînendeyê Giştî yê Asayîşa Îranê Ehmed Riza Radan ragihand ku kesên di xwepêşandanan de bi saziyên îstixbaratên biyanî re têkilî danîne û êrîş kirin, xwe radestî wan bikin.

Radan herwiha got ku ger di nav sê rojan de xwe radest bikin, dê sizayê wan were kêmkirin.

Berpirsê Asayîşê herwiha got ku ew dê bi tundî mameleyê li kesên bi dijminan re kar kirine bikin.