PeyamaKurd- Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê Qeys Mihemedawî li ser dema vekişîna hêzên Hevpeyman yên li Iraqê, civîneke çapemeniyê li dar xist
Qeys Mihemedawî ragihand ku sala 2025an di warê ewlekariyê de serkeftî derbas bûye, DAIŞ kêm û bê ziyan bûye.
Mihemedawî diyar kir ku wê Hêzên Hevpeymana Navdewletî hefteya bê ji baregeha asmanî ya Eyn Esed vekişin.
Mihemedawî eşkere kir, îsal 39 çekdarên DAIŞê di encama êrişên balafirên şer de hatine kuştin, herwiha rêjeya diziyê ya li sînorên Iraqê jî gihiştiye ji sedî sifirê.
Mihemedawî got; “Wê di sala nû de berpirsyartiya ewlekariyê ya parêzgehan, bikeve ser milê Wezareta Karê Hindir. Herwiha hemahengiya bi pêşmergeyan re ya ji bo parastin û ewlekariya herêmê jî dewam dike.”