PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê biryar da ku qedexeya li ser xebatên tora medyayî ya El-Cezîreyê ji bo du salên din were dirêjkirin. Li gorî biryara nû, ofîsên vê kanala Qeterî dê heta sala 2027an li Îsraîlê girtî bimînin û malperên wan jî dê astengkirî bin.
Rayedarên Îsraîlî ev biryar bi "parastina ewlehiya neteweyî" hincet nîşan dan û kanalê bi kirina "propagandaya Hamasê" tawanbar dikin. Ji aliyê din ve, rêveberiya El-Cezîreyê ev yek wekî "hewldana bêdengkirina rastiyan" bi nav kir û tawanbarî red kirin. Ev qedexe di çarçoveya qanûneke nû de tê meşandin ku desthilatê dide hikûmetê da ku medyaya biyanî ya "bi rîsk" bigire.