PeyamaKurd – Hêzên artêşa Îsraîlê li herêma Derayê ya li başûrê Sûriyeyê bi pêş ve çûn û li çend deveran xalên kontrolê yên leşkerî ava kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), yekîneyên Îsraîlê derbasî gundewarên rojavayê Derayê, bi taybetî li herêma di navbera gundên Abidîn û Mearriyeyê de bûne.
Hat ragihandin ku ji bilî Derayê, leşkerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê jî çalakiyên xwe zêde kirine.