PeyamaKurd – Îsweçê ragihand ku keştiyên noqavê yên Rûsyayê di Derya Baltıkê de digerin û hêzên deryayê yên Îsweçê hema hema her hefte di deryayê de leqayê wan tên. Rêvebirê oprerasyonan yên Hêzên deryayî Kaptan Marko Petkovic got ku Rûsya şiyanên xwe yên bergiriyê zêde kirine.
Rojnama The Guardian ragihanda ku rêvebirê hêzên operasyonan yê Îsweçê kaptan Marko Petkovic ku di derbarê Rûsya de ye, kir nûçe.
Petkoviç got ku hema her hefte hêza deryayê ya Îsweçê di Derya Baltikê de leqayê keştiyên noqavê yên Rûsyayê dibe û got:
“Moskova hebûna xwe ya di herêmê de her diçe zêde dike. Dîtina keştiyên noqavê yên Rûsyayê perçeyekî ji karê me yê rûtîne. Gelek zêde tên dîtin lê di salên dawiyê de zêdetir bûne.”
Petkoviç ragihand ku divê li hemberê hêza Rûsyayê hêza Îsweçê bê xwurtkirin.