PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê, ragihand ku wan li gel fermandariya HSD û YPJê proseya tevlîbûna kurdan di nava sîstema nû ya Sûriyê de nîqaş kiriye.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, piştî hevdîtinên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê ku tê de ligel Serok Mesûd Barzanî jî civiyabû, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê peyamek belav kir.
Barrot di peyama xwe de dawîhatina mîsyona xwe ya "dijî-DAIŞê" ragihand û bal kişand ser rola artêşa Fransayê di çarçoveya "Operasyona Chammal" de û destnîşan kir ku leşkerên Fransî, Pêşmergeyên qehreman û artêşa federal a Iraqê li vê herêmê bi hevre êrîşên DAIŞê pûç kirine.
Barrot di daxuyaniya xwe de cih da agahiyeke girîng a têkildarî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û diyar kir, wî ligel Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Ebdî û Fermandara Giştî ya YPJê General Rohilat Afrîn civînek pêk aniye.
Barrot eşkere kir ku di vê hevdîtinê de mijarên wekî berdewamiya şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê, rola kurdan di paşeroja welat de û proseya "entegrasyona leşkerî, îdarî û sivîl" ya kurdan di nava sîstema nû de hatine nirxandin.