PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) alîkarî pêşkêşî zêdetirî 500 malbatên li gundên Amûdê kir.
Hate ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, îro 6ê Sibatê alîkarî pêşkêşî 507 malbatên gundên derdora bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Alîkarî ji xwarin û vexwarinên ku pêdiviya xelkê bi wan heye pêk hatin ku betanî û kelûpelên din jî di nav de hebûn.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir ku ew ê berdewam be di pêşkêşkirina alîkariyan de ji bo piştgiriya malbatên hejar û yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî li Rojavayê Kurdstanî heye.