PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya li navça Karapürçekê, polîsekî xaneşîn di malê de ewilî jin a xwe kuşt û paşî li ofîsa serokê MHPê yê navçê Mustafa Hıraç bi çekê kuşt.
Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û dîtin ku hem serokê navçê yê MHPê Mustafa Hıraç û jin a polîs can dane.
Polîsê xaneşîn piştî her du yan kuşt, çû navenda polîs û teslîm bû. Hêzên asayîşê li ser bûyerê lêkolîna berfireh dike.