PeyamaKurd – Metorolojiya Tirkiyê hişyariyê da xelkê û got ku wê li Rojavayê Anedolê baran bibare û li Kurdistana Bakûr jî berf bibare.
Metorolojî xwest ku welatî hişyar bin ji ber li bajarê Bursayê barana xwurt û li Kurdistana Bakûr jî wê aşît bikevin û hem di çûn û hatê de wê astengiyên mezin bibin.
Rayedarên Meteorolojiyê welatiyan li hemberê lehiyê, avê, heyelan û talûka aşîtan hişyar kir. Li Tirkiyê bi taybetî li bajarên İzmir, Manisa û Balıkesirê wê barana gur bibare.
Di şevê de, wê baran ber bi Bakûr de here bi taybetî wê li Bursa û Yalovayê zêde bibe. Li Başûrê Anedolê li Antalya, Mersin, Anamur, Bozyazı û Aydıncıkê baran bibare.
Li Dêrsimê, Çewlik, Mûşê baran û berf bibare lê li ciyên bilind wê tenê berf bibare. Roja Şemiyê wê li Bajarê Bedlîsê, Wanê, Şirnexê û derdora Hakkariyê berf bibare.
Rayedar radigihînin ku kes dernê ser rêyan lê ger mecbûr bin, divê tedbîrên xwe yên wekî xalat, zincîr û lastîkên berfê yên erebeyên wan hebin.