PeyamaKurd – Di muzakereyên li Ummanê de, di civîna îro de, her dû teref dema ji ser masê rabûn, Washington givaşekî nûh ya giran danî ser Îranê. Wezareta karên derve ya DYA yê got:
“ Bi bazirganiya Îranê ya petrol û berhemên petrokîmyayê ve têkildar ku di rêyekî nerewa de vê bazirganiyê dikin, me givaşê danî ser 15 dezge, rêxistin û 14 keştiyên filoya siyê. Dezgeyên navborî bo niyeta xerab ya rejîmê fînanse bikin, bikaranîne.”
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku wê bi rejîma Îranê re têkoşînê bide da îxracata Îranê ya petrol û berhemên petrokîmyayê kêm bike.
Dijberiya navbera Îranê û DYAyê dike ku ewlehiya welatên li herêmê jî bikeve nav endîşeyan.