PeyamaKurd- Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî îro 26ê Kanûnê ji kanala "Al-Arabiya" re diyar kir, agahî hene ku nêzîkî 5 hezar Iraqî di nav refên artêşa Rûsyayê de hatine wergirtin, lê hejmara teqez hîn ne diyar e. Elawî destnîşan kir ku Bexda û Moskow di pêwendiyê de ne û zanyariyan li ser vê mijarê diguherînin da ku rê li ber vê yekê bê girtin.
Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan jî tekez kir, li gorî qanûnên welat, tevlîbûna nava artêşa welatekî din bêyî destûra hikûmetê tawan e. Zêdan diyar kir ku ew li ser rêyên qanûnî yên ji bo çareserkirina rewşa wan Iraqiyên ku di nav şerên derveyî welat de (bi taybetî şerê Rûsya û Ukraynayê) cih girtine, guftûgo dikin.
Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê jî da xuyakirin, wan derbarê beşdarbûna ciwanên Iraqî di şerê Ukrayna û Rûsyayê de, lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin. Komîsyonê piştrast kir ku raporên li ser beşdariya bi kiryar a ciwanên Iraqî di wî şerî de gihîştine ber destê wan.
Balyozê Ukraynayê yê li Bexdayê jî derbarê mijarê de hişyarî da û daxwaz kir ku ciwanên Iraqî nebin "sotemeniya şer" a li derveyî welatê xwe. Balyoz diyar kir ku tenê Rûsya Iraqiyan ji bo şer werdigre û tekez kir ku Ukrayna ji ber rêzgirtina li qanûnên Iraqê û prensîpên navdewletî, ti welatiyekî Iraqî naxe nav refên artêşa xwe.