PeyamaKurd- Beşa yekem a gera nû ya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê yên li Cenevre ya Swîsreyê bidawî bûn. Wê danûstandin îro êvarê jî berdewam bikin. Wezareta Derve ya Îranê hûrgiliyên gera nû ya danûstandinên Îranê bi Amerîkayê re li eşkere kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 26ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de ya li Cenevreyê de got ku, şandeya danûstandinan a welatê wî danûstandinên cidî û berfireh ji bo dema nêzîkî sê saetan bi Amerîkayê re kirine.
Beqayî bal kişand ser ku ew civîn bi amadebûna kesatiyên navdar, wekî Wezîrê Derve yê Umanê û Rêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî hat lidarxistin. Beqayî tekez kir, her du tîmên danûstandinan ên Amerîka û Îranê dîtin û nêrînên xwe bi awayekî cidî anîne ziman.
Herwiha Beqayî nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand: “Daxuyaniyên dijber ên ji aliyê hin rayedarên Amerîkayî ve têne bihîstin û ev jî dibe sedema gumankirina li ser asta cidîbûna wan di vê pêvajoyê de.
Beqayî da zanîn ku helwesta wan neguheriye û hêvî kir ku, danûstandinên îro êvarê li ser her her du mijarên sereke, “bernameya atomî” û “rakirina cezayan”, bên berdewamkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser mekanîzmeya pejirandina pêşniyaran da xuyakirin, di çarçoveya danûstandinên îro de gelek pêşniyar hatine amadekirin, lê "pêdivîya hin ji wan pêşniyaran bi wê yekê heye ku bi serkirdetiyan re li paytextan bên şêwirandin" berî ku biryara dawiyê li ser wan bê dayîn.