Vegera bo Efrînê dest pê kir: Karwanê yekem ê ji 400 malbatan bi rê ket

Vegera bo Efrînê dest pê kir: Karwanê yekem ê ji 400 malbatan bi rê ket

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), îro (9ê Adara 2026an) vegera Kurdên Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ku ji ber şer koçberî herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bûbûn, bi awayekî fermî dest pê kir.

Karwanê yekem ê ku ji 400 malbatan pêk tê, ji bajarê Qamişloyê ber bi xala kombûnê ya li Hesekê ve bi rê ket da ku berê xwe bide Efrînê.

Ev veger di encama peymana ku di 30ê Çileya 2026an de di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, pêk tê.

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Siyamend Efrîn ragihand ku prosedurên fermî bi dawî bûne û malbatên ku li Qamişloyê dijiyan, îro li "Panorama Junction" a Hesekê kom bûne.

Li gorî agahiyên ku MAyê par ve kirine, ji bo veguhastina koçberan 50 otobus û 75 mînîbus ji aliyê Meclisa Penaberan a Efrîn-Şehbayê ve hatine amadekirin. Her wiha gelek malbat bi wesayîtên xwe yên taybet tev li vê karwanê bûne. Tê ragihandin ku ev 400 malbatên di karwanê yekem de, dê li gund û navçeyên xwe yên mîna Şiyê, Cindirês û Mabatayê yên Efrînê bi cih bibin.