Peyama Serok di salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de

Peyama Serok di salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de

PeyamaKurd - Îro 65 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Mezin a Îlonê de derbaz dibin; şoreşeke seranserî ku tê de Pêşmerge, siyasetmedar, rêxistin, zanayên olî, mamoste, edîb, rewşenbîr, ciwan, jin û hemî çîn û tebeqeyên civakê beşdarî xebata neteweyî û demokrasî-xwaziya gelê xwe bûn.

Şoreşa Îlonê ji îrade, baweriya bi xwe û rûmeta mirovê Kurdistanê ve pêkhatibû; bingehekî bihêz û yêkxistî bû ji bo berdewamiya têkoşînê û li berxwedana gelê Kurdistanê li hember zordariyê.

Ev şoreşa mezin, bi nirxên xwe yên bilind û bi israr û berxwedana bêhempa ya serkeşiya, Pêşmerge û cemawer, doza rewa ya gelê me bi gavên mezin ber bi pêş ve bir.

Şoreşa Îlonê di bin rêbertiya Barzaniyê nemir de, bûye çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên paşê yên xebata rizgarîxwaziya gelê me û têkoşerên Kurd li hemî parçe yên din ên Kurdistanê.

Di 65emîn salvegera vê şoreşa bi rûmet de, hûrmeta xwe bo rola dîrokî ya wan hemî Pêşmerge û xebatkarên qehreman dubare dikim ku beşdarî tomarkirina vê serweriya niştimanî bûne; çi ew şehîdên nemir ên ku di Şoreşa Îlonê de canê xwe gorî kirin bo axa niştiman û ewên ku niha di jiyana me de nemane, çi ew xortên serbilind ên ku heta niha jî weke şahidên zindî yên dîrokê di jiyanê de mane.

Ew qehreman hemî jibo çêkirina serweriyê bûn bo gelê xwe û cihê şanaziyê ne.