PeyamaKurd - Bi beşdariya nûnerên ji 25 welatên cuda yên cîhanê, îro27ê Hezîranê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê, yekemîn Kongreya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî tê lidarxistin.
Kongre bi amadebûna mamoste, pisporên zimanzaniyê, akademîsyen û nûnerên saziyên perwerdeyê, îro li saet 11:00an bi dema Kurdistanê dest pê dike.
Federasyona Navdewletî ya Zimanê Kurdî ku di sala 2024an de hatiye avakirin, di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de çalakiyên xwe dimeşîne û rasterast ji aliyê Serperştê Giştî yê Konfederasyonê Şîfa Barzanî ve tê birêvebirin.
Ev saziya zimanî bi piştgiriya Serok Mesûd Barzanî hatiye damezirandin û armanca wê ya bingehîn, parastin, geşepêdan û zindîhiştina zimanê kurdî li derveyî welat û di nav nifşên nû yên diyasporayê de ye daku nasnameya xwe ya neteweyî winda nekin.
Piralîbûna Beşdaran: Di kongreyê de 120 endamên federasyonê, nûnerên partiyên siyasî yên kurd û alman, parlamenter û nûnerên 35 dibistanên zimanê kurdî yên li seranserê cîhanê amade ne.
Standardkirina Perwerdeyê: Yek ji mijarên herî giring ên di kongreyê de tê gotûbêjkirin, pêşxistina sîstema xwendina kurdî li welatên Ewropayê û standardkirina sîstema fêrkirinê ye li hemû navendên diyasporayê.
Mînaka Skandînavyayê: Di kongreyê de hat destnîşankirin ku li gelek welatên Skandînavyayê, zimanê kurdî di hundirê sîstema fermî ya perwerdeyê de wekî "zimanê dayikê" hatiye naskirin, û armanc ew e ku ev ezmûn li welatên din ên Ewropayê jî were berfirehkirin.