Ji zîndanê reviya û 2 kesan birîndar kir

Dîroka Weşanê :
Ji zîndanê reviya û 2 kesan birîndar kir

PeyamaKurd – Li Anedolê li bajarê Bursaye li navça İnegölê firariyê ku ji zîndanê reviyabû yê bi navê Erkan A. (33) bi tivingê li dukkana bayiyê tekelê xist û reviya. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Gumanbar Erkan A. piştî 20 rojan, di mala ku tê de xwe vedişart hat girtin û li serê lêpirsîn dewam dike.

Êrîş di 29.12. 2025an de qewimîbû û li gundê Yeniceköyê çêbû. Erkan A. bi erebê diçe dukkana Kemal G. (66) ku berê di navbera wan de nexweşîn heye û bi tivingê lê dixe.

Kemal G. ji girmila xwe birîndar dibe û xebatkara wî Nilgün A. (50) ji ber êrîşê direve, dikeve erdê û milê wê dişkê. Gumanbar piştî êrîşê bi erebê direve.

Cendirme bi sedema sûcê wî heye û ji zîndanê reviyaye, dest bi xebata girtina Erkan A. dike û piştî 20 rojan karibûn ew di malekî de bigrin.