PeyamaKurd – Li Tirkiye li bajarê Kocaeliyê karkerekî paqijiyê yê bi navê İbrahim Ada, di çaxa di markete de pajijiyê dikir, li binê dara ber derê markete di nava poşetekî de 60 hezar dolar dît. Tam di wexta ku wê poşete bavêje nava gilêşê, Ada dît ku paket girane û bi rêvebir re poşetê vekir. Dîtin ku 60 hezar dolar pere tê de ye.
İbrahim Ada bi rêvebirê marketê re li polîs geriyan û paketê teslîmî navenda polîsan ya Darıcayê kirin. Xwediyê pera dibînin û perê wî teslîmê wî dikin.
Li ser vê tevgera Ada, xwediyê şîrketa paqijiyê hem sipasiya xwe kir û hem xelatê da Ada.