Komîsyona karên derve yê meclisa Tirkiyê dê here DYAyê

Dîroka Weşanê :
Komîsyona karên derve yê meclisa Tirkiyê dê here DYAyê

PeyamaKurd – Komîsyona karên derve yê meclisa Tirkiyê (TBMM) di hefta pêşiya me de, dê here DYAyê. Serokê komîsyonê Fuat Oktay û heyeta pêre wê di 9-14 Sibatê de seredana Washingtonê dike.

Parlementerên DEM Partiyê di nava komîsyonê de nînin û DEM Partî bertekê nîşanî kiryarê da. Dema bo erêkirina çûna komîsyonê ya Washingtonê di meclisa Tirkiyê de dengdan hat kirin, parlementerê DEM Partiyê yê bajarê Agiriyê Sırrı Sakık got ku di nav komîsyonê de parlementerên DEM Partiyê nînin û weha dewam kir:

“Temamê partiyan hene lê çima DEM Partî tine? Weka Cemal Sureya gotiye; temamê parzemînan di nav de lê Afrîka ne di nav de… Ev di kîjan hûqûqê de heye? Em weka meclis dixwazin bipirsin û hîn bikin?”

Li ser gotina Sakık, serokê grûba partiya Yeni Yolê Bülent Kaya got ku ew jî di nav komîsyonê de nînin û bertekê nîşan da.

Bi vê munaqeşeyê re pêvajoya destnîşankirina lîsta komîsyonê jî ket rojeva munaqeşeyan.