Kongresmenê Amerîkî Adam Smith: Parastina Rojava ji bo DYAyê girîngiyeke stratejîk e

Dîroka Weşanê :
Kongresmenê Amerîkî Adam Smith: Parastina Rojava ji bo DYAyê girîngiyeke stratejîk e

PeyamaKurd – Kongresmenê Amerîkî Adam Smith di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24 re ragihand ku Kurd li Rojhilata Navîn "hevalbendên herî baş" ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne.

Smith destnîşan kir ku parastina Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ne tenê erkeke exlaqî ye, lê di heman demê de ji bo berjewendiyên stratejîk ên Washingtonê jî krîtîk e.

Adam Smith hişyarî da ku Kurd niha ji çend aliyan ve (bi taybetî ji hêla grûpên çekdar ên li Şamê/HTŞ) rûbirûyê gefên mezin in.

Smith tekez kir ku nabe DYA van gefan paşguh bike û got:

Divê Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de wekî hêmanekî sereke û biryardar cih bigirin."