PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Îstîxbarata Îsraîlê (Mossad) David Barnea, ji bo nîqaşkirina senaryoyên leşkerî yên li dijî Îranê gihîşt Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Tê payîn ku Barnea li bajarê Miamiyê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Îranê, Steve Witkoff re bicive da ku hevrêziya îstîxbaratî û leşkerî ya her du welatan xurt bikin.
Ev serdan piştî peywendiyeke telefonî ya krîtîk a di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû û Serok Donald Trump de pêk hat.
Li gorî zanyariyan, Netanyahû ji bo ku Îsraîl li hemberî tolhildana mihtemel a Tehranê amadetir bibe, daxwaza paşxistina operasyoneke leşkerî kiriye.
Di hevdîtinên Barnea de, mijara sereke dê "asta destwerdana leşkerî" be; dema ku Amerîka êrîşên sînorkirî dinirxîne, Îsraîl daxwaza gavaneke xurttir dike ku bibe sedema bêîstîqrarbûna rejîma Îranê.