PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmît Peskov, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku Moskowê hêj tu planeke nûvekirî ya fermî derbarê şerê Ûkraynayê de ji aliyên din ve wernegirtiye. Peskov bal kişand ser rola Amerîkayê û projeya Serok Donald Trump wekî xaleke destpêkê nirxand.
Peskov diyar kir ku heta niha tu pêşniyareke berbiçav ji bilî ya Washingtonê nehatiye pêşkêşkirin. Wî got:
"Tenê tiştê şênber ê ku niha li ber destê me ye, projeya Amerîkî ye, ango projeya Serok Donald Trump. Em bawer dikin ku ev dikare ji bo danûstandinan bibe bingeheke pir baş û em vê nêrînê diparêzin."
Berdevkê Kremlînê her wiha tekez kir ku her çend însiyatîfa serekî ji Amerîkayê be jî, Ewropa parçeyekî jêneger ê ewlehiya herêmê ye. Peskov hişyarî da ku çareseriyeke mayînde bêyî parzemîna kevn nayê kirin:
"Bêyî beşdariya Ewropiyan, nîqaşkirina pergala ewlehiyê ne mimkûn e. Di qonaxekê de, Ewropa dê neçar bimîne ku tevlî vê pêvajoyê bibe."