Li Afganistanê berf û baran bû sedema 61 kes mirin û bi sedan xanî hilweşiyan

Dîroka Weşanê :
Li Afganistanê berf û baran bû sedema 61 kes mirin û bi sedan xanî hilweşiyan

PeyamaKurd – Li welatê Afganistanê berf û baran bû sedema mirina mirovan û hilweşandina xaniyan. Rayedarê Afatan yên Afganistanê Yusuf Hamad ragihand ku ber û baran bûye sedema mirina 61 kesan û zêdetirî ji 110 birîndaran.

Rayedar dibêjin ku hêj xeber ji deverên ku xwe gihandina wan zahmete, xeber nehatine û dibe encam xerabtir be.

Herêmên ku berf û baran zêde li wan bariyane, 458 xanî qismen an bi temamî xerab bûne, gelek heywanên biçûk û mezin mirine û malbatên ku li gundan dijîn, gelek mexdûr bûne.

Hamad ragihand ku rêyên gelek gundan hatine girtin, lêgerîn û rizgarkirina mirovan gelek zahmete. Rêvebiriyên xwecîh dixebitin da tesbîta zerar û ziyanên xelkê bikin.