PeyamaKurd- Li herêma Şehrî New a paytexta Afganistanê Kabulê, di otelekê de teqîneke mezin pêk hat. Di encama vê teqînê de hat ragihandin ku gelek kes mirine û birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Navxwe Abdul Mateen Qanî diyar kir ku li gorî raporên destpêkê hejmareke zêde ya mirovan jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.
Berdevkê Polîsê Kabulê Xalid Zadran jî destnîşan kir ku êrîş li herêma bazirganî ya Şehrî New a ku avahiyên mezin ên karsaziyê, navendên danûstendinê û balyozxane lê ne çêbûye.
Zadran ragihand ku derbarê sedema teqînê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin û xebatên li ser cihê bûyerê berdewam dikin.