PeyamaKurd- Li bajarê Minneapolisê yê eyaleta Minnesota ya DYAyê, ajanên Daîreya Koçberî û Parastina Gumrikê (ICE), di dema mudaxaleyê de kesekî ku hat îdiakirin bi çekê nêzî wan bûye, bi guleyan kuşt.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê, hat diyarkirin ku kesê ku li ser wî demançeyek û du şarjor hebûne nêzî ajanên ICEyê bûye û ajanên navborî di çarçoveya "parastina rewa" de gule lê reşandine.
Şaredarê Minneapolisê Jacob Frey û Waliyê Minnesotayê Tim Walz ev bûyer şermezar kirin û daxwaz kirin ku operasyonên ICEyê yên li eyaletê bi dawî bibin. Şaredar Frey pirsî: "Ji bo ku ev çalakî bi dawî bibin, divê çend kesên din ên niştecih û çend Amerîkîyên din bimirin?"
Serokê Polîsê Minneapolisê Brian O'Hara jî diyar kir ku kesê jiyana xwe ji dest daye welatiyekî Amerîkayê yê 37 salî ye, xwediyê çekê yê qanûnî ye û tu sicîla wî ya sûc tune ye.
O'Hara ji gel xwest ku ji herêma tengezar dûr bikevin û got: "Ji kerema xwe bajarê me xera nekin."
Li aliyê din, Serokê DYAyê Donald Trump parastina ajanên ICEyê kir û rayedarên herêmî bi teşwîqkirina gel a ji bo serhildanê tawanbar kir.