PeyamaKurd – Li Îtalyayê hukumeta koalisyona rastgir teklîfa qanûnekî amade kir. Di qanûn de her kî jinekî bikuje wê heya dawiya emrê xwe di zîndanê de bimîne. Qanûn di baskê bin yê parlementoyê de, bi yek dengî hat qebûlkirin û bû qanûn.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni vê xeberê di roja jinan ya 8ê Adarê de bi raya giştî re parvekiribû ku wê ji bo kuştina jinan û şiddeta li ser jinan, ji hev cuda qanûnan derxin û dê cezayê giran bidin kirdeyan. Soza xwe di 25ê Mijdarê de, di roja têkoşîna navdewletî ya li hemberê şiddeta li ser jinê de temam kir serokwezîra Meloni.