PeyamaKurd – Piştî xwepêşandanên dijwar ên li bajarên Lazkiye û Tartusê, îro li herêmê aramiyeke bi fikar serdest e. Li gorî daxuyaniyên fermî, di encama pevçûnan de herî kêm 3 sivîl û efserê ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Birîndarên ku li nexweşxaneyên Lazkiyê tên dermankirin, diyar dikin ku komên rûpoş bi kêr, dar û çekan êrîşî wan kirine. Fermandarê Ewlekariya Navxweyî ya Lazkiyê, Tuggeneral Ebdulezîz el-Ehmed, "paşmayên rejîma berê" (Beşar Esed) bi van êrîşan tawanbar kir û got ku armanca wan provokasyon e. Ev alozî piştî teqîna li mizgeftekê li Humsê ku civaka Elewî lê pir e, dest pê kir.