Lindsey Graham Şamê tehdîd kir

Dîroka Weşanê :
Lindsey Graham Şamê tehdîd kir

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkayê yê Partiya Komarî û hem hevalê Trump yê herî nêz Lindsey Graham Şamê tehdîd kir û got eger hêzên Şamê li Bakûrê Sûriyê ber bi Reqqayê de dewam bike, ez ê zorê bidim ku qanûnên Caesar bêhtir giran bikin û deynin ser Sûriyê.

Weka tê xwuyakirin ti kes li min û rayedarên din yên Amerîkayê guhdarî nake. Eger ev dewam bike, wê ne tenê givaşên şikandina hestiyan lê wê bi awayekî mayînde zerar bigihê pêwendiyên navbera DYA û Şamê. Eger hun difikirin em beredayê van tiştan dibêjin, dewam bikin.

Min hewl da li hemberê hukumeta nû bi dadwerî tevbigerim lê weka xwuya dike, dengê min li guhan dikeve û dadgere min. Eger hun dixwazin bi senatoye re dijberiyê bikin û zerarê bidin têkiliyên Sûriye-Amerîkayê, dewam bikin. Eger hun dixwazin têkiliyên heyî biparêzin, rawestin û dagerin.

Înşallah hun rêya aqilane bo xwe bibjêrin.