Medya Îsraîlê: Trump daxwaza hiştina hin sizayên li ser Sûriyê red kir

Dîroka Weşanê :
Medya Îsraîlê: Trump daxwaza hiştina hin sizayên li ser Sûriyê red kir

PeyamaKurd- Medyaya Îsraîlê eşkere kir ku Amerîkayê daxwaza Israîlê ya hiştina hin sizayan li ser Sûriyê red kiriye.

Li gorî Desteya Weşanê ya Îsraîlê, alîkarên Serokwezîrên Îsraîlê Binyanîn Netenyahu ji rêveberiya Trump Xwestine ku hin sizayan li ser Sûriyê bihêlin, da ku weke kaxezeke fişarê di danûstandinan de bi kar bînin, lê belê rêveberiya Trump ev yek red kiriye, lê soz daye Îsraîlê ku ew ê wê qerebû bikin.

Hêjayî gotinê ye, piştî dengdana Encûmena Nûneran a Amerîkayê, roja Îna 19ê Kanûnê Serokê Amerîka Donald Trump li ser budçeya Berevaniyê îmze kir, ku xalekê derbarê pûçkirina sizayên Sezar li ser Sûriyê li xwe digire û betalkirina wan sizayan dikeve pratîkê.

Herwiha 134 Endamên Komarî di Kongireya Amrîkayê de daxwaza çavdêriya hikûmeta Sûriyê û pabendbûna wê bi mercên Amerîkîyê kirin ku tê çaverêkirin ji bo dîtina bicihkirina şertên Amerîkayê serdana Sûriyê jî bikin.