PeyamaKurd – Di serê sala nûh de Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dikeve ber pêla sermaye û hem berfê. Metorolojiyê ragihand ku piştî roja Çarşemê an ku di 31ê mehê de, bajarên Ankara û Îstenbolê di nav de wê li 54 bajaran berf bibare.
Berf wê li piraniya herêma Anedola Navîn û Rojhilatê bajarên Kurdistanê li devera serhedê bibare.
Li Kurdistanê bi taybetî wê berf li bajarên Ardahan, Qars, Ixdir, Agirî, Wan, Hakkarî, Şirnex, Sêrt, Bedlis, Mûş, Erzerom, Batman, Mêrdin, Diyarbekir, Çewlik (Bingöl), Xarpête (Elazığ), Dêrsim, Ezirgan, Gumuşhane, Baybûrt, Malatya bibare.