Nûnerê Trump: Em bi Îranê re li ser rawestandina darvekirinan axivîn

Dîroka Weşanê :
Nûnerê Trump: Em bi Îranê re li ser rawestandina darvekirinan axivîn

PeyamaKurd – Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Steven Witkoff ragihand ku piştî gefên tund ên Donald Trump, di navbera Washington û Tehranê de peywendiyek rasterast hatiye danîn.

Witkoff diyar kir ku wan fikarên xwe yên derbarê kuştin û bidarvekirina xwepêşanderan bi fermî gihandine rayedarên Îranî û got:

Piştî hişyariya Trump, bidarvekirin hatin rawestandin."

Witkoff destnîşan kir ku Îran di nav hilweşîna aborî de ye û ji bo vegera li civaka navneteweyî divê çar mijarên sereke (nukleer, mûşekên balîstîk, hêzên wekîl û krîza aborî) werin çareserkirin.

Tevî ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî îdiayên bidarvekirinan red kirin, Witkoff piştgiriya Amerîkayê ya ji bo xwepêşanderan dubare kir û ragihand ku çareseriya dîplomatîk hîn jî li ser maseyê ye.