Nexweşîna ajalan ya Şapê bûye bela serê ajalvanan: 37 gund di karantînayê de ne

Dîroka Weşanê :
Nexweşîna ajalan ya Şapê bûye bela serê ajalvanan: 37 gund di karantînayê de ne

PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya li navça Karasu bi sedema nexweşîna Şapê 37 gundan xistin karantînayê û ji bo ber li nexweşînê bigrin, aşiyên heywanan dikin.

Qeymeqamê navça Karasuyê ragihand ku di 3 kargehên heywanande  nexweşîna Şape aşkera heye û kontrola nexweşînê dewam dike. Qeymeqamî di derbarê nexweşîna Şapê de agahiyan daye 40 muxtaran û bo paqijiya nexweşînê dermanên paqijiyê daye wan.

Heya niha li nava navborî 13 hezar heywanan aşi kirine û di aşiya Rapel Şapê de jî 6 hezar û 800 heywanên mezin aşi kirine. Karantîna tedbîra herî mezine ku nexweşîn belav nebe.